Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkê ragihand ku di 2 hefteyên borî de herî kêm 100 kes ji ber pêla germê mirine û germahî li hin deverên welêt gihîştiye 50 pileyî li ser p’vana Celsius.
Pêla germê ya sê hefteyî ya Meksîkê vê mehê daxwaziya enerjiyê bi astên bilind zêde kir û karbidest neçar kirin ku li hin deveran dibistanan bigrin.
Wezaretê got ku du sêyên mirinan di navbera 18-24ê Hezîranê de çêbûne, û anî ziman ku di heman heyama par de kesek ji ber germê mir.
Hema bêje hemû mirin ji ber germê û bêhêziyê bûn. Ji sedî 64ê mirinan li eyaleta Nuevo Leon a bakurê Meksîkê, ku hevsînora Texasê ye, hatine tomarkirin. Piraniya yên din li wîlayetên Tamaulipas û Viracruz ên peravên Kendavê bûn.
Di rojên dawî de ji ber barîna baranê pileya germê daketiye.
Çavkanî: Reuters