Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qatar Dibêje Ew Li Bikirên Cihêreng Yên Gazê Digere


Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê ji rojnameya Almanî Handelsblatt re got, ew li bikirên cihêreng yên gaza xwezayî digerin, di gavekê de ku dibe sînorekî ji daxwazên Almanya yên kirîna Gaza wî welatî re deyne.

Wezîr Saad Şerîda El-Kaabî di hevpeyvînekê de ku roja Şemiyê hate belavkirin got, "Wekî ku bikir dixwazin bingeha dabînkerê xwe cihêreng bikin, em jî dixwazin bingeha bikirên xwe cihêreng bikin. Ez naxwazim hemû gaza xwe bifroşim Almanyayê. Ger Almanya biryara rawestandina bikaranîna gazê bide em ê bikevin xefkê."

Wî got ku danûstandinên bi Almanya re pir avaker bûn.

Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al-Tanî roja Îniyê li Berlînê bi rawêjkarê Almanyayê Olaf Scholz re di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de got ku Qeter plan dike di sala 2024an de dest bi şandina gaza xwezayî bo Almanyayê bike.

Planên Almaniya ên amadekirina termînalên LNG bi lez diçin ji ber ku ew welat hewl dide xwe ji kirîna gaza erzan a Rûsyayê rizgar bike, piştî şerê Mosko li dijî Ukraynayê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG