Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda Hikûmeta Sûriyê Vedigere Cinêvê


Şanda Hikûmeta Sûriyê îro Yekşemê vegeriya Cinêvê ku berdewam bike beşdarbûna xwe di axaftinên aştiyê de piştî neamadebûna bêhtirî hefteyekê.

Beşar el-Jafarî, balyozê Sûriyê bo Neteweyên Yekgirtî û serokê Şanda hikûmetê, li gel endamên şandê, îro ji Beyrûya paytexta Libnan gihîştin Swîsra.

Şanderê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Steffan De Mistura hewil dide di gera 8em a Cinêvê de axaftinên ne rasterast di navbera şandê hikûmetê û opozisyona nûhevgirtî de pêkbîne.

Axaftin vê carê balê dikşînin ser çaksaziyên destûrî û hilbijartinên giştî li Sûriyê.

El-Jafarî dibêje opozisyon rê li axaftinan digre bi riya helwesta xwe ya ku dibêje çê nabe Beşar Esed çi rol di qonaxa veguhêza piroseya siyasî de hebe.

De Mistura roja Pêncşemê ji peyamnêran re gotibû ew dinirxîne ka kîjan alî hewil dide proseya axaftinan têk bibe.

XS
SM
MD
LG