Talîbanê îro Sêşemê bi daxuyanîyekê Tirkîyê hişyar kir jiber planên wê yên piştî vekişîna hêzên biyanî yên li Afganîstanê, ku hin leşkerên wê li wir bimînin û balafirgeha Kabulê ya sereke biparêze û bi rêve bibe.
Hevdem, Talîbanê ev plan wek stratejîyeke gunehbar bi nav kir û li ser encaman hişyarî da û got, "Îmarata Îslamî ya Afganistanê vê biryara rezîl şermezar dike. Heke karbidestên Tirk biryara xwe ji nûve nenirxînin û dagîrkirina welatê me bidomînin, Îmarata Îslamî, ewê li hember wan helwest bigire," Talîbanê got.
Talîbanê bi berdewamî destnîşan kir ku di wê rewşê de, berpirsiyariya encaman dê bikeve ser milê kesên ku destwerdanê dikin.
Enqere, piştî vekişîna NATO'yê rêvebirin û parastina balafirgeha Kabulê pêşkêş dike, bi Amerîka re, li ser piştgirîya darayî, sîyasî û lojîstîkî danûstandinan encam didin.
Talîban, ku vekişîna hêzên biyanî heya Îlonê her ku diçe nêzîktir dibe, li serenserî Afganistanê bajaran dorpêç bike û kontrola hereman bi dest dixe.
Attaullah Atta, endamê civata parêzgeha Kandahar got, şer û pevçûn li eyaleta Kandahar ya li başûr li gel Talîbanê dom dikin, piştî ku hewila biserda girtina girtîgeha bajêr dabû û got, sedan malbat jiber tundûtûjiyê reviyane.
Mohammad Daoud Farhad, rêveberê nexweşxana Kandahar got, wan pêşwaziya 8 kuştiyan û 30 birîndaran kirine, ku pirraniya wan kesên sivîl bûn, bûne qurbanên pevçûnên di 24 seatên derbazbûyî de.
Berpirsekê herêmî yê hikûmetê, ku nexwestiye nasnama wî eşkere bibe gotiye, hêzên ewlekariya Afganistanê serê sibeya Sêşemê ji herêma Alingar ya li rojhilatê eyaleta Laghman vikişyan, ku agirbesta bi Talîbanê re li wê herêmê meha Gulanê bidawî bûbû.
Berpirsekî ewlekariya Afganistanê ragihand ku roja Duşemê jî, Tevgera Talîban bajarê Ghazni yê li navenda welat dorpêç kir û bi şev êrîş anî ser paytexta herêmî, lê hêzên hikûmeta Afganistanê ew paşda birin.