Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Tirkîyê Danûstandinên Ser Ewlekarîya Afganistanê Didomînin


Berdevikê Wezareta Derve Ned Price

Danûstandinên Amerîka û Tirkîyê yên ser hevkarîya li Afganistanê dewam dikin.

Enqerê ser vekişîna Amerîka dîyar kiribû ku ew dikare berevanîya ewlekarîya firîngeha Kabulê bikin.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku danûstandinên Washington û Enqerê yên ser Afganistanê didomin.

Price ser danûstandinên bo ewlekarîya firîngeha Kabulê ti hûrgilî neda.

Wî da zanîn ku Amerîka ji Afganistanê vedikişe û ew ji rola avakar ya Tirkîyê ya li wî welatî ya bo ewlekarîyê razî ne.

XS
SM
MD
LG