Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Berevaniya Asmanî ya Ukraynayê ji berê Bihêztir e


Congress Zelenskyy Washington
Congress Zelenskyy Washington

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy Roja Înê got ku Ukrayna berdewam berxwe dide dijî pêlên êrîşên esmanî yên Rûsyayê û parastina asmanî ya Ukraynayê "ji her demê bihêztir" bûye.

Zelenskyy got "Di sala nû de, parastina hewayî ya Ukraynayê dê hêşta bihêztir û hêşta bi bandortir bibe."

Rêberê Ukraynayê got ku berevaniya esmanî ya Ukraynayê "dikare bibe ya herî bi hêz li Ewropayê, garantiyeka ewlehiyê ne tenê ji bo welatê me, lê ji bo tevahiya parzemînê."

Amerîkayê hefteya borî nêzîkî 2 mîlyar dolar alîkariya leşkerî ya zêde ragihandibû, di nav de Sîstema Berevanîya Esmanî ya Patriot, ku parastina li dijî balafir, mûşekên kruz û balîstîk pêşkêş dike.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bang li welatên endamên NATOyê kir ku zêdetir çekan bidin Ukraynayê.

Stoltenberg roja Înê gote ajansa nûçeyan ya Almanî DPA "Ez bang li hevalbendan dikim ku zêdetir alîkarîyê bikin. Stoltenberg got serkevtina Ukraynayê û têkçûna Putinî di berjewendiya me ya ewlehiyê de ye"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got "Em dizanin ku piraniya şeran li ser maseya danûstandinan bi dawî dibin dibe ku ev şer jî. lê em dizanin ku tiştê ku Ukrayna dikare di van danûstandinan de bi dest bixe, bi rewşa leşkerî ve girêdayî ye"

XS
SM
MD
LG