Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojhilata Ukrayna Agirbest Hat Ragihandin


Li rojhilata Ukrayna, di navbera serhildayên bi piştgirîya Rûsya û hêzên hikûmeta Ukrayna de agirbest hat ragihandin.

Her du alîyan dîyar kir ku wan jiber Noelê pevçûn rawestandine.

Nûnerê Ukrayna Yevgeni Marchuk da zanîn ku di pevçûnan de binesazîya herêma rojhilata Ukrayna zararên mezin dîtine û divê di agirbestê ew werin çêkirin.

Almanya û Fransa, bi daxuyanîyeke hevpar ser agirbestê razîbûna xwe ragihandin.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron herwiha bang li Rûsya kirin ku gemî û xebatkarên Ukrayna yên ku Moskowê dest danîbûn ser û girtibûn, berde.

XS
SM
MD
LG