Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşê xirabkaran li Îraqê 23 kes kuştin


Polîsên Îraqê dibêjin îro, roja Sêşemê di du êrîşên xirabkaran de bi kêmî 23 kes hatine kuştin û 58 kesên din jî birîndar bûne.

Li Kerkuka li bakurê Îraqê di teqîneke nêzî banqayekê de 18 kes hatine kuştin û 53 yên dinjî birîndar bûne. Polîs dibêjin dema ku gel li derveyê banqê ketibûn dorê bombe teqîyaye.

Li Ken’an a nêzî Ba’aquba yê otomobîleke bimbebarkirî pênc leşkerên Îraqê kuşt û sê leşkerên din tevî du medenîyan birîndar kirîye .

Ji alî din vê karbidestên Îraqê dibêjin wan termê 24 mirova dîtine piştî kemînên dawî li Îraqê.

Û herwiha, dadgeheke Îraqê ya taybetî vîdeoyekê nîşan daye ku têde Seddam Huseyn tê dadgeh kirin li ser kuştina 50 Îraqîyan li bajareke Şîa yan . Raport dibêjin ku ev vîdeo, roja Yekşemê hatîye tomar kirin.

XS
SM
MD
LG