Dema ku bombeyeke xwekuj li nav bingeha leşkerî ya Îraqê li bakurê Bexda yê teqîya, hêzên Îraqî bi alîkarîya hêzên Amerîkî, girtîyekî Awusturalya yî ji destê xirabkaran azad kirin.
Serok wezîrê Awusturalya yê John Howard li Kanbera yê daxuyanîyekê kir ku Douglas Wood piştî şeş heftîya ku barimte kirîbû îro, roja Çarşemê, hatîye xelas kirin û ji alî karbidestên Awusturalyayî yên li Bexda yê ve tê muayne kirin.
Derhênerê Awusturalyayî yê 63 salî ku jina wî Amerîkî ye, li meha sisê de hatibû revandin. Milîtan ew bi kuştinê tirsandibûn heke Awusturalya hêzên xwe ji Îraqê nekşîne.