Rêberê Korya Bakur
dibêjit bo heye welatê wî navbera meha heft vegerîte ser mêza danustandinên firehalî li ser barnama nafkî heger Washington wekî hevta rêzê lê bigrit.
Wezîrê hevgirtina Korya Başur Chung Dong-Young ji Pyongyong vegerîya Seoul û got Korya Bakur dixwazit danustandinêt berfirhetir digel Washingtonê biket. Eve yekem car bo rêzdar Kim digel karbidestên Korya Bakur kom bibe di pitir ji sê salan de.
Rêzdar Chung got ku serokên Korya Bakur soz dan heger pirsa nafkî hate çareserkirin, Pyongyang dê disan hevgirtinê di paymana belavnebîna çekan biket u dê destîrê bidite lêvekolên navneteweyî disan biçine nav axa wê.
Li sala 2003 Korya Bakur xwe ji paymanê vederkir demekî kurt piştî lêvekolên navneteweyî derkirin.