Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemena Almanyayê Fermana Ermenîyan bi awayekî fermî nas kir


Hemû partiyên Parlemena Federal a Almanyayê di 16ê vê mehê de li ser pêşniyaz qanûna Fermana Ermeniyan li hev kir, a ku di destpêka qirna 20an de li Anatolyayê pêk hatibû.

Qanûn bi sernavê “ Bîranîn û yadkirina Tevkujî û mişextiya Ermeniyan a sala 1915- Divê Almanya tevkariya Ermenistan û Tirkiyê bike” hat pejirandin.

Dîsa di qanûnê de tê gotin, Parlamana Federal li ber cangoriyên Ermenî bejna xwe ditewîne û ew ji ber para Almanyayê ya di tevkujiyê de gelek xemgîn in. Û ji dewleta Tirk tê xwestin ku bila Tirkiyê bi dîroka xwe re were rû bir û hev û ji bo çareseriyê konferansek were li dar xistin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Abdullah Gul jî, di daxuyaniya xwe de ku dabû kovara Der Spiegel, gotibû qebûlkirina qanûneke weha wê zirarê bide têkiliya her dû welatan û Tirk bi vê yekê nerehet in. Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Almanyayê qanûn wek hewldana jehr têdekirina têkiliya her du welatan bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG