Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa navnetewî li ser Îraq ê rijdîyê li pişikdarîya Sunnîyan dike


Dîplomatên bilind ji zêdeyî 80 welatî, li Bruksel ê jibo Îraq ê kom bûne û rijdiyê li hukumeta Îraqê dikin ku xwe bigihîjînin Sunnîyên piranîyê û wan tevlî pêvajoya sîyasî bikin.

Xuya bû ku ji bo Erebên Sunnî yên ku tevlî hilbijartinan nebûbûn û di navenda xirabkarîyên li vî welatî ne digot, îro, roja Çarşemê wezîra derve ya Welatên Yekgirtî xanim Condoleezza Rice got, lazime hukumeta Îraqê ji her kesê ku li dijî tundîtiyanin re vekirî be.

Herwiha xanim Rice got, rêberên Îraq ê dibin barê pêşxistinan de ne di warê aborîyêde, tenahîyêde û di wê kedê de ku hêjayî piştgirîyeke navnetewîye .

Karbidestên Îraqî di konferansê de daxwaza alîkariyeke navnetewî kirin di perwerdekirina leşkerîya Îraqê de û alîkarîyê ji welatên cînar jî xwestin ku nehêlin xirabkar ji tuxubên wan derbasî Îraqê bibin.

Hevkarê me Birusk Tugan jî li Bruksel ê li ser vê konferansê raportek amade kiriye. Eger bixwazî guh bidî vê raportê, li jorê pêl wê nivîsê bike ku dibêje Guhdarî bike.

XS
SM
MD
LG