Danustendinên wezîrên derve yên komela 8 welatên sazkar ên cîhanê îro Pêncşem li London, dê li ser rojhelata naverast, Efgenîstan û Îranê bin.
Danustendinên bi mêvandarîya wezîrê derve yê Brîtanya Jack Straw dê bi pişikdarîya wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice ve digel wezîrên derve yên Kanada, Fransa, Almanya, Italya, Rusya û Japon .
Ew ê miştûmirê li ser nexşeyê vekêşana Îsraîlê ji Xezze bikin û herwisa soz û gifta bo alîkarîya Efgenîstanê di şerrê dijî bazirganîya tilyak û muxadderata û nehêlana bertîl û destpîsîyê bikin. Herwisa ewê behsa bizava bikin bo handana Îranê heta dev ji bernama xwe ya çekên navokî berde.