Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rumsfeld xirabbûna rewşa Îraqê înkar dike


Wezîrê berevanîya Welatên Yekgirtî yên Amerîka Donald Rumsfeld rewşa xirab ya li Îraq ê ji binî înkar kir û ji qanundanên Amerîkî re got danana rojekê jibo vekêşana hêzên Amerîka ji Îraqê dê xirabkarîyê xirabtir bike.

Birêz Rumsfeld îro, roja Pêncşemê şahidî da li ber civîna Desteyên Xizmetên Leşkerî yên Civata Senatoran û Civata Nuneran û got, îddîayên ku dibêjin xirabkar di şerê Îraqê de bi serdikevin nerastin.

Belê qumandarê bilind yê leşkerîya Amerîka li Kendavê, General John Abizaid jî di şahidiya xwe de got ku ew di wê bawerîyê de ye ku ji şeş meha û virda xirabkarî kêm nebûne.


Wî ev axaftin kir piştî têbînî yên cîgirê serokî Dick Cheney ku digot “xirabkarî li ber sekerata mirinê ye ” .


General Abizaid dibêje ku çiqa diçe zêdetir şervanên bîyanî derbasî Îraqê dibin.



Ev şahidîyê hate dan di dema ku gelek qanundananên Welatên Yekgirtî daxwaza goherîna rêbaza hukumeta Bush li Îraqê dikin.


Senatorê Demokrat Ted Kennedy îro got li Îraqê “çewtîyên mezin” hatine kirin. Û ewî herwiha vê pirsê ji rêzdar Rumsfeld kir : Gelo îdî ne dema dev ji kar berdanê ye?

XS
SM
MD
LG