Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê rikaberîyê li Mîsrê ji tawana sextekarîyê bê gûneh bû


Rêberê rikaberîyê li Mîsrê, kandîdê helbijartyinên serokatîyê Eymen Nûr li dadgeheka welatî ji tawanên sextekarîya dokumentên bizava helbijartina bê gûneh kir.

Serokê partîya El-Xed ya Mîsrê kû berêkanîyê di gel serok Hûsnî Mûbarek dike bo wergirtina gereka pênc salîya serokatîyê li helbijartinên meha 9, Îlonê, îro Sêşem ji dadgeheka Qahîre derkeft û dora wî bi polîs û sedan tagirên wî hatibû girtin.

Berevankarên wî dibêjin hûkmetê ew tawan dijî xwesipêrê wan dirûst kiribûn bo gîrûkirina bizava wî ya sîyasî.

Dadgehkirina rêzdar Nûr bûbû egera peyda bûna girjîya nêvbera Mîsrê û Amerîka, li demê hûkmeta serok Bush sengîyê li ser dostê xwe yê dêrîn dadinêt ji bo piştevanî kirina gûherînên demokrasî.

Li meha 3 Adarê wezîra derve ya Amêrîkî Condoleezza Rice seredana Mîsrê kir û nerazî bûn li ser girtina rêzdar Nûr diyar kir û li seredana heftîya borî di gel wî kom bû.

XS
SM
MD
LG