Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li maleke li  Bexdayê cebilxaneyeke mezin hatiye dîtin


Leşkerên Amerîkî di lêkolîna malande li Bexdayê leqayî cebilxaneyeke mezin ya çekan bûn.

Karbidestên Leşkerîya Amerîka dibêjin wan îro roja Duşemê li navçeya El Reşîd a paytextê, pênc kesên ku şika terorîstîyê ji wan dikirin girtine.

Di vê malê de muşekavêj, Kalaşnîkov, top û cilên polîsên Îraqî hatine dîtin.

Di vê navê de karbidestên Îraqî û Misrî dibêjin tu agahî ji revankaran yên ku nunerê bilind yê Misrê jibo Îraqê revandibûn ne hatîye bihîstin.

Karbidest dibêjin nunerê bi navê Îhab El Şerîf roja Şembîyê ji ber mala xwe ya li Bexdayê hatiye revandin dema ku xwestiye ku rojnamekê bikire.

Ev revandin qewimîbû piştî ku Misrê daxuyanîyek kiribu ku ew dê bibin welatê yekemîn ya Ereban ku dest bi têklatiyên dîplomatîk bi hukumeta nû ya Îraqê re bikin.


XS
SM
MD
LG