Polîsê Îraqê dibêje êrîşeke bi otomobîleke bombekirî li bajarê Kerkukê li bakurê Îraqê sê kes kuştine.
Karbidest dibêjin di teqînêde 15 kes jî birîndar bûne. Ev êrîş hate kirin piştî ku leşkerê Amerîka daxuyaniyekê da li ser mirina serbazekî Amerîkî ku li Bexdayê di teqîna mayîneke bi ser otomobîla leşkerî de birîndar bûbû.
Di vê navê de li bakura Îraqê leşkerê Amerîka 14 xirabkar kuştin di helmeteke du rojan de. Pênc xirabkarên berguman jî li dora bajêrokê Tel Afarê hatine girtin.
Di tundîtiyeke din de xirabkaran neh serbazên Îraqî kuştin di êrîşa ku biribûn ser xaleke leşkerî ya Îraqê li nêzî Baqubayê. Roja Duşemê dîsa bi teqandina otomobîleke bombekirî li herêmê du kesên din hatine kuştin.