Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Brîtanyayê li rêberê wan êrîşan digere


Polîsê Brîtanyayê li rêberê wan êrîşên heftiya buhurî li dezgehên çûn û hatina Londonê digere.

Karbidest bawer dikin ku çar kesan ew êrîş kirine ku bûbû egera mirina 52 kesan.


Polîs bi riyeke fermî ew berguman eşkere nekirin lê nûçe û raport radigihînin ku sê ji wan kesan mêrên bi esil Pakistanî ne ku li Brîtanyayê ji dayikbûne û emrê wan di navbera 19 û 30 deye.

Polîs roja Sêşemê li Yorkshire a rojava bi ser şeş malan de girt ku di hinan de bi ser ciyekî vebû wek ku meriv bêje karxaneya bombe çêkirinê be û di maleke din de jî xismekî wan kesên berguman girt.

Karbidest wisa şîrove dikin ku êrîşkeran bi kesekî dibe ku hêj li Brîtanyayê be şêwirîbin.

Serok wezîrê Brîtanyayê Tony Blair îro Çarşem ji Brîtanîyan re got ku li ber van êrîşan bîna xwe fireh kin. Birêz Blair herwiha wan êrîşên li dijî Misilmanên Brîtanî şermezar kir.

XS
SM
MD
LG