Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Yekgirtî dest danaye ser hesabekî banqî ya komeke Suudî ku girêdana wan bi terorîzmê heye


Welatên Yekgirtî hesabê banqayê ya komeke dijber ya ku cîyê wan li Londonê ye rawestandîye ji ber ku dibêjin teklatîya wan bi El Qaîde re heye.


Karbidestekî bilind ji wezareta diravî ya Welatên Yekgirtî roja Pêncşemê got, Tevgera Reformê ya Îslamî (MIRA)li Erebîstanê, lazime alîkarîyên pera ji komên terorîst re bi dawî bîne.

Karbidest dibêjin, wê Tevgera MIRA li ser malpera xwe ya înternetê daxuyanîyên Osama Bîn Ladin belav kirine bi armanca ku piştevanîya torên terorîsta bikin herwiha kesên ku dixwazin bibin endam û layengîr.

Dibêjin dijberekî Suudî, Saad El Faqih ji wê komê re rêberîyê dike. El Faqih ji alî Welatên Yekgirtî ve wek alîkarê terorîstan hatiye nasîn.

Wezareta diravî dibêje El Faqih, wek peyivdarekî El Qaîde li Londonê xizmetê dike û teklatîya wî bi terorîstên li Erebîstana Suudî û Efrîqayê heye.

XS
SM
MD
LG