Hejmareke otomobîlên ku hêzên Îraqê ji xwe re kirin nîşan roja Înê li Bexdayê li cîyên cuda cuda xwe teqandin.
Karbidestên tenahîya Îraqê dibêjin bombeyek li navenda Bexda û ya dî jî li bakura paytextê bi ser otomobîlên leşkerî yên ku di gera nobetdarîyê de bûne hatine teqandin.
Herdû teqîn jî bûn egera mirinê, lê belê hejmara kuştî û birîndaran di cî da nehatîye dîyar kirin.
Teqînên îro qewimîn piştî ku do derî li ber êrîşên xirabkaran yên ji alî serbazên Îraqî ve hatibû girtin li Devera Kesk ya ku parastina wê gelek xurt e.
Peyivdarek ji leşkerê Welatên Yekgirtî dibêje hêzên Îraqî agir berdane otomobîleke ku şikê jê kirine, berî ku ew xwe bigihîjîne nuqteya leşkerî.