Leşkerê Pakîstanê dibêjît wî bi kêmî ve 17 kes kuştîne li şerrekî digel mîlîtanên berguman li devera eşîran li ser tixûbê Efxenîstanê.
Peyivdarekî leşkerî dibêjît şer hilkeft piştî ku 2 trimbêlan qesta revînê kirî ji rexê komeke xanîyan ku serbazan domandorên wan avahîyên nêzîkî Mîranşah li bakura Wezîrîstanê girtibûn.
Ew dibêjît bergumanan guh neda gazîya mezinên eşîran û xwe neda dest û dest bi şer û revînê kir. Peyivdar dibêjît ji kuştîyan hindek jin û zarok bûn. Serbazekî Pakîstanî ji hate kuştin.
Leşker dibêjît wî li cihê şerrî kereste û amîrên peqandinê, rehberên çêkirina bombeyan û çar pasaportên Kazaxîstanê desteser kirîne. Serbazên Pakîstanî bi kêmî ve 16 mirov jî girtin.