Welatên Yêgitrtî yên Amerêkê gotîye Awustralyayê ku wê çi delîl peyda nekirîne ji bo wan îddîayan yên dibêjin ku reftarekî xirab digel 2 hevwelatîyên Awustralyayê hatîye kirin li zindana leşkerê Amerîka li Berava Guantanamo li Kûbayê.
Karbidestên Wezareta Berevanîyê ya Amerîkî nameyek ji rayedarên Awustralyayî ra hinart û gotê paş lêkolîneke salekê wan çi delîl peydanekirîne bo wan îddîayan.
Ew her du Awustralyayî, David Hicks û Memduh Hebîb in, ew li sala 2001ê hatibûne girtin û wan gotibû ew hatîne şkandin û kêmkirin li demê girtîtîya li Guantanamo, ku dorê 600 bergumanên terorîzmê lê ne.