Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirabkaran du endamên Komîteye Dareştina Desturanma Îraqê kuştin


Karbidestên Îraqê dibêjin du endamên Sunnî yên Komîteye Dareştina Desturanma Îraqê di kemînekê de li navenda Bexdayê, roja Sêşemê hatine kuştin.

Peyivdarê komeke sîyasî ya Sunnîyan ku ew kesên kuştî endamê wê bûn, Salih El Mutlaq navê wan kesan wisa dîyar kir: Yek ji wan Micbel Îsa ye û yê din Dhamîn Huseyn e û yekî dî jî bi navê Ezîz Îbrahîm ku şêwirmendê komîtê bûye, ev her sê kes hatine kuştin

Qesra Sipî li Washingtonê wê êrîşê şermezar kir û got dê zora terorîstan bête birin hek ku bixwazin rîya wê pêvajoya demokrasîyê li Îraqê şaş bikin.


Ev kemîn qewimîn demek kin piştî ku serokê Îraqê Celal Talabanî di daxuyanîyekê de got komîteya dareştina Desturnamê karekî baş dikin û destûrname dê berî 15ê Tebaxê amade bibe.


XS
SM
MD
LG