Hunermendê bi nav û deng yê Kurd û Îranî û berendamê ji bo xelatên Oscar Keyhan Kalhor dê cîyê muzîkvanê namdar yê Japonî Kîtaro bigre bo lêdana muzîka Sîlk Road ango Rîya Hevrîşmê ya 2005 a. Bi vî awayî wê rîya kevn ya ku di Kurdistanê de jî derbas dibe carek din zindî dike.
Keyhan ji bo beşdarbûna festîvala Nagoya ber bi Japonya ve ketiye ser rê ji bo ku legel Yo Yo Ma yê ku vîyolonselê bi esil Çînî ye û li Amerîka dijî, beşdarî heyşt konseran bibe.
Televîzyona Japonî ya bi navê NHK piştî 25 salan dokumentareke nû bo vê Rîya Hevrîşmê amade kirîye û birêz Kalhor jî muzîka vê bernamê çêkirîye.
Yo Yo Ma plana vê bernama Rîya Hevrîşmê amade kirîye û Keyhan Kalhor jî tê de li vîyolonselê û kemançê dide. Kalhor piştî Japonya dê li ber 25 hezar kesan, li muzîkê bide li festîvalên li bajarên San Diego û Hollywood ball a li Los Angelesê .
Wisa çaverê tê kirin ku piştî wê konsera li Japonya, CD ya Rîya Hevrîşmê li 220 welatan de bête belav kirin.
Heke bixwazî guh bidî vê raportê li jor nivîsa ku dibêje "Guh bide" bitiqîne