Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muşerref ji Brîtanya daxwazekê dike


Serokê Pakîstanê Pervez Muşerref ji Brîtanya dixwaze ku li welatê xwe tundrêyên îslamî tepeser bike.


Wî di peyivandineke netewî de got, Pakîstan li dijî tundrêyan xebateke dijwar dimeşîne lê belê divê gelek tiştên din li Brîtanyayê jî bêne kirin ji ber ku li wê derê tundrê karin karê xwe bi serbestî bikin.

General Muşerref bi tundî ew êrîşên li Londonê şermezar kirin û got ew kesên ku wan êrîşan kirin lazime ji wan re mirov neyê gotin.

Belê her wisa wî got lazime dinya wan êrîşên ku bûn egera mirina 56 kesan û birîndar bûna 700 kesan nexe stuyê Pakîstanê. Wî got bergumanên wan êrîşan li Brîtanya ji dayîk bûne û li wir mezin bûne û yek ji wan ji Jamayîka ye.

XS
SM
MD
LG