Serokê Misrê Hosnî Mubarek dibêjit ew hêrişêt evro şembî, ku bûne egera kuştina 88 kesan bi kêmî li havîngeha Şerem El-Şêx, bitinê pêgirîya wî li şerê dijî tîrorista zêde tir ket.
Evro şembî bi kêmî sê bomb li hotêlek û cihê rawestîyana otombîla û bazarekê Şerem El-Şêx peqîn.
We dête bawer kirn ku dû ji peqîna li encama peqîna otombîla bîne. Karbidest dibêjin zorîna qorbanîyan welatîyêt Misrîne, lê bi kêmî 8 kes xelkêt bîyanî ne.
Pitr ji 100 kesêt di wan hêrişan birîndar bûn, ku birîna zorîna wan girane.