Li encama çend hêrişekan evro yekşembî bi kêmî 3 kes hatine kuştin, ku dû ji wan polîsin.
Peyvdarekê wezareta navxoya Iraqê got ku çend gulle hawinek nizîkî balaxana wezaretê û Ekadîmyaya polîsê keftine xar û polîsek hate kuştin.
Herwesa wezaretê raghand ku rêveberê polîsêt Kazimîye li Bexda hate kuştin, dem ê diçû ser karê xwe.
Li Hille û ji encama peqîna bombekê bi rex şeqamê kîjeka bi çîk hate kuştin û şeş kesêt sivil birîndar bûn.
Bi alyekê dîve, wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ragehand ku nivîsîna destûrî dê temam bît û li dûmahî ya vê salê helbijardin hêne encam dan, heta eger Sunnî berdewam bin ji pişkdarî nekirnê.