Polîsên Brîtanî du girtîyên dî diyar kirin bi tewana dest hebûnê di bizaveke ne serkeftî de bo peqandinan li heftîya buhurî li Londonê.
Jimara giştîya ku heta neha vekolîn digel tête kirin, gihîşte pênc kesan. Lê karbidestan got ku ew wan kesan bi êrîşker hesab nakin.
Îro polîsan du ji çar bergumanan dane nasîn ew jî Yasîn Hesen Omerê 24 salî û Muxtar Seyîd Îbrahîmê 27 salî û pitir wêneyên herçar bergumanan belav kirin.
Her îro serokwezîr Tony Blair got, ew gelek mixabinîya xwe diyar dike li ser kuştina zilamekî Brazîlî ku polîsan roja Înê bi çewtîve kuştibûn.