Li sibêdeya îro Duşem li Washingtona paytext, li pêş Seraya Sipî komeleya bi navê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê xwenîşandanekê li dar xist.
Armanca wê xwenîşandanê ev bû, dîyar kirina nerazîbûnê hemberî rêbazên hukumeta Îranê dijî Kurdan nexasim kuştina gêncekî Kurd bi navê Kemal Efserîn (ku herwiha wek Şuwan Qadirî tê nas kirin).
Xwenîşandan ji beramber Seraya Sipî ber bi Kongresa Amerîkî ve çû.
Hevkarê me Ahmed Barzanî li wir amade bû û ev raport gihandîye me.
Eger bixwazî li vê raportî guhdarî bikî li jor nivîsa ku dibêje "Guh bide raportê" bitiqîne.