Leşkerê Amerîkî dibêje heft serbazên marîn yên Amerîkî di kiryarekê de li rojava Îraqê hatine kuştin
Peyivdarekî leşkerî got şeş ji wan serbazan hatin kuştin duhî Duşem li bajêrokê Hadîsa nêzîkî tuxubê Surîya. Belê wî jê û zêdetir tu tişt negot. Heftemîn marîn roja Duşemê mir di teqîna otomobîleke bombekirî de li Hîta 70 kîlometre başura Hadîsa.
Demeke zûtir vê heftîyê leşkerê Amerîkî kuştina 11 xirabkaran ragihandibû li demê şerekî li Hadîsa.
Ji bilî vêna polîsên Îraqî dibêje hinek sîvîl hatine kuştin dema otomobîleke bombekirî peqîya ku armanca wê karwaneke otomobîlên Amerîkî bû, îro Sêşem li navenda Bexdayê.
Bêtir 20 kesên din jî birîndar bûne lê belê raportan behsa zîyana leşkerê Amerîkî di êrîşê de nekirîye.
Her li Bexdayê polîsên Îraqê got, çekdaran birêveberê girtîgeha Ebu Xirêb kuştîye. Şifêrê wî jî di vê êrîşê de birîndar bûye.