Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê êrîşa li Londonê dagerîya zindanê


Dadgeheke Brîtanî biryar da ku bergumanê yekem yê teqandinên meha bihorî li Londonê heta demê dadgehê li girtîgehê bimîne.


Îsmaîl Abdurrahmanê tê tawanbar kirin ku wî agahîyên ji polîsan re lazim nade. Pêdivîya polîsan bi wan agahîyan heye ku bikaribin kesên têkili terorîzmê bigirin.


Bi hezaran polîsên Brîtanî li kuç û kolanên Londonê nobedarî û lêkolînê dikin, çar heftîyan piştî wan êrîşên 7ê Tîrmehê li ser tura hatinûçûna paytextî ku bibûn egera mirina 56 kesan tevî êrîşkeran.

Li alîyekî din dadgeheke Îtalî biryar da ku li 17ê Tebaxê kom bibe bo biryareke li ser doza teslîmkirina yek ji wan bergumanên êrîşên serneketî li 21ê Tîrmehê li Londonê.


Karbidestên Brîtanî dibêjin Hamdî Îsaq (ku bi navê Osman Huseyn jî tê nasîn) revîyaye Îtalyayê piştî ku wî û her sê zilamên din hewl da ku bombeyan biteqînin. Birêz Îsaqê hevwelatîyê Brîtanyayê yê bi esil Etyopyayî roja Înê hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG