Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîmeka AHEN gehişte navendeka navokîya Iranê 


Karbidestekê bilindê Iranê dibêjit lêvekolêt Netewêt Ekgirtî nûke li navendeka navokîya Iranê ne li Esfehanê bu danana amêrêt zêrevanîyê berî komara Islamî zaxkirna yoranyomê li wê navendê dest pê biketeve.

Wî karbidestî, ku nevîya navê xwe aşkera biket, got ku tîmeka Ajansa Hêza Etomî ya Nêvneteweyî evro dûşembî gehişte wê navendê li Esfehanê.

Dûbare vekirna wê navenda navokî bu heye Iranê li arîşeka rastewxo danêt digel Yeketîya Ewropî, ku Yeketîyê hûjdarî dayne ku buheye daxazê ji Civata Tenahîya Netewêt Yekgirtî biket toleyan li ser Iranê danêt.

XS
SM
MD
LG