Eve heft heyve ku gelê Ukranî hilbijartinên bi fend û fêl qebûl nekirine û li şûna hindê azadî û dîmukrasî û rola qanunê bixwe jê girtin li cîhê nerêkîyên rêvebirinê û tirsandinê. Ev serhatîye ku bi navê şoreşa purteqalî hatîye nasîn binaxêt guherînên li Ukranya danan. Niha divîya soz û giftêt wê şoreşê bibine kiryar bo guhorînêt aborî û sîyasî.
Hikumeta nû be rêberîya serok Alexander Yushchenko rêkeka bi zehmet li bere bo cêbecêkirina guhorîna weku rikeberîya sîyasî û cêbecêkirina daxwazên dengdaran lê di ser hindê ra hikumet pitir rêzê li mafên mirovan digrît. Rikeberîyê mafê kombûnê heye û ragehandinê pitir azadî heye. Her çende hêjta zêrevanîya xwe bi xweyî di nav ragehandinê heye û dezgehên ragehandinê dibin kontrolê dane. Lê dadgeh pitir serbixwe ne . Hikumeta nû ya Ukranî pitir vekirîye li ser kar û barê xwe û herdem danustandin û rêbaza hikumetê tên belav kirin. Hikumeta serok Yuschenko dest bi çareserkirina nerêkîyên rêvebirinê. Ew jî bi rêka ladana hindek karbidesta û dadkirina hindekî din ku kar û berêt xwe bi kar anîne da xwe pê dewlemend bikin.
Alîkarê wezareta derve ya Amerîka bo karûbarên Ewropa û Eurasia Daniel Fried dibêje Amerîka pêşveçûn û serkeftina Ukrayna pê xweşe. Lê hindek rexnegir dibêjin guhorînêt bazara azad hatîne ragirtin.
Hukumeta Ukranî rêbaza vebirkirina bihayê benzînê bi kar anî ji ber kêmatîya berhemên wê, her çende piştî hingî biryara kontrol kirina bihayê benzînê hate rakirin. Lê dîsan ev pengave cîhê pirsyarê bû ka herê hikumet dê pêgirtinê bi aborîya bazarê azad diket an na.
Harîkarîya Amerîkî bo Ukrayna bo hindê ye da wek ku welatekî demokrat û aborîya bazarê azad pêşve biçe. Harîkarîya Amerîkî piştevanîye da bersîngê nerêkîyên rêvebirinê bigrît û piştevanîye bo azadîya ragehandinê û zêdekirina pêguhorîna bernama û pişikdarîyê di rêkxistîya bazirganîya cîhanî da.