Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Efgenîstanê helîkopterek ketîye


Helîkoptereke hêza tenahîyê ya navneteweyî ya bi rêberatîya NATOyê li Efgenîstanê ket xwarê li rojavayê wî welatî û 17 serbazên Îspanî hatin kuştin.

Karbidest dibêjin helîkoptereke din jî bi lez niştîye. Wisa tê bawer kirin ku bi jimareke ne dîyar hêzên ku tê de bûne neha birîndar bûne.


Desteyên hewarçunê gihîştine nêzî Heratê bo brîndaran derman bikin û terman veguhêzin.


Wezîrê parastinê yê Îspanî Jose Bono got dibe ku helîkopter bi xwe ketibe. Lê wî dûr ne êxist ku êrîşek li ser hatibe kirin.

Belê karbidestên agahîya Efganî yên ku herêmê diparêzin dibêjin herdû helîkopter li esmana wisa nêzî hev bûne ku heta perwaneyên herdûwa li hev ketîye .

Karbidest dibêjin herdu helîkopter li ser wezîfa piştevanîya hilbijartina meha bê ji bo hîn bûnê difirîyan.

XS
SM
MD
LG