Karbidestên Afxanî dibêjin mîlîtanên Taliban endazyarekî Libnanî berdaye – ku serê vê heftîyê revandibû.
Karbidest dibêjin Ahmed Riza li nêzîkî bingeheke polîsan li wîlayeta Zabul li roja Pêncşembî hate berdan.
Birêz Riza li projeya vekirina rêyeke bi alîkarîya Amerîka kar dikir. Ew li roja Yêkşembî li ser rêya Kabula paytext u Kandaharê hatibû revandin.
Yên ku ew revandî gefa kuştina wî endazyarî kiribû heke ew şîrketa Tirk ya ew lê kar dikir ji Efxenîstanê dernekevît. Ew rohnnîne ka ew daxwaz hatîye bicih înan.