Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di êrîşa xwekujî de li Îraqê bi kêmîve heft kes hatin kuştin û  20 jî birîndar in


Leşkerê Amerîka li Îraqê dibêje bi êrîşa xwekujî li ser avahîyeke hikumetê li Baqubayê heft kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.


Li du daxuyanîya Welatên Yekgirtî, ji kuştîyan yek serbazekî Amerîkî bûye û yê din jî kontraktorekî Amerîkî. Pênc karkerên hikumeta Îraqê jî hatine kuştin. Neh xebatkarên Amerîkî li nav birîndaran bûn.

Di vê navê de îro (Sêşem) nunerên Sinnî, Şîa û Kurdan dixebitin da bigehine rêkeftinekê li ser destûrnameya nû ya Îraqê berî roja dîyar kirî, Pêncşembî, ji bo dengdana li ser vê belgeyê.


Karbidest dibêjin mijarên federalîzm û dabeşkirina desthilatê di navbera serokatîyê û parlamanê de hêj nehatine çareser kirin.


Piranîya Şîa û Kurdan hikumeteke wisa dixwazin ku desthilat di navendê de kom nebe û rê bide otonomîyeke berfireh li bakura Îraqê ji bo Kurdan û li başurê ji bo Şîayan.


Sinnî hikumeteke navendî ya bihêz dixwazin ji bo ku berjewendîyên wan yên kêmanîyê li naverasta Îraqê bên parastin.

XS
SM
MD
LG