Peyivdarekî parlamentoya Iraqê dibêjît Civata Niştimanî li roja Pênçşembî kom nabît ji bo dengdana ser pêşnivîsa destûrnameyê.
Li roja Duşembî biryar hatibû dan ku îro dengdan bête kirin.
Eve 10 roje cara sêyem e ku qanûndaner nikarin bigehine demên ku ew dîyar diken ji bo pejirandina bernivîsa destûrnameyê. Çi demên nû nehatîne danan ji bo dengdanê.
Serokwezîrê Iraqê Ibrahim El Ce’ferî li Duşembî gotibû hemî babetên ku bûyn sebebên paşvedana dengdanê hatîne çareser kirin. Lê nûnerên Sunne, Şî’e û Kurd hêj dixebitin li ser babetên mayîn derbarê federalîyê û dabeşkirina desthilatê linav parlamento û serokatîyê da.
Pirranîya Şî’e û Kurdan daxwaza kêmkirina desthilata hikûmeta navendî diken da rê bidene otonomîyeke berfireh li herêma bakûr bo Kurdan û li başûr bo Şî’eyan.
Lê li nik dilê Sunneyan, ji bo parastina berjewendîyên koma wan ya kêmanî li naverasta Iraqê, hikûmeteke navendî ya bihêz pêwîst e.