Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran dê pêşnîyarên nû biket li danûstandinên li ser bernameya wê ya navokî digel Ewrûpîyan


Nûnerê nû yê tundrê yê Îranê dibêjît hikûmeta Tehranê dê pêşnîyarên nû biket li wê kêşeya sebaret bernameya navokî ya Îranê digel welatên rojavayî li danûstandinên tên.

Elî Larîcanî li roja Eynî li Vîyanayê digel serokê Navenda Navneteweyî ya Hêzûtêhna Navokî Mihemmed El Beredeî kombû û ew daxûyanî ragihand.

Elî Larîcanî li konferanseke rojnamegerîyê got Serokê Îranê Mahmoud Ahmadinijadî pêwîstî bi meheke demê heye ji bo darêştina wan pêşnîyaran. Wî got tevî hindê ku Yêkitîya Ewrûpî dest ji wan danûstandinan berdabît jî ji bo dîyarkirina nerazîbûna xwe ji destpêkirina xebata Îranê bo çêkirina hêza navokî ya bo bombeya atomî hewce, lê dîsa jî Tehranê danûstandinên nû bi dûr ne êxistîne.

XS
SM
MD
LG