Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikumeta Fêdralî biryar da bi hemî şyanêt xwe harîkarîya qorbanîyêt karesata barova Katrîna biket


Bizavêt bi harîveçûne evro yekşembî li New Orleans û seranserê kinara Kendava Emirîkî zor tir bûn, piştî hikumeta fêdralî biryar da bi hemî şyanêt xwe harîkarîya qorbanîyêt xiraptirîn karesata siruştî li dîroka Emirîka da biket.

Karbidestêt Emirîkî dibêjin serok Bush roja dûşembî dîsa seredana New Orleans diket, ku dûwem seredana wî ye li demê çar rojan, da bi nizîkî li pêşveçûnêt bizavên bi harîveçunê agehdar bîn.

Herwesa serokî evro yekşembî wezîrê berevanî Donald Rumsfeld hinarde herêmêt ku keftîne ber karesata barova Katrîna.

Qorbanîyêt karesata bi firoke û helîkopterêt leşkirî bo 19 sitanêt Emirîkî dêne veguhastin, ku zorîna wan mal, mûlik û karêt xwe ji dest dayne.

XS
SM
MD
LG