Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên parastina Îraqî li bajêrê Kerbela li jêr huşyarîyê ne bo parastina helkeftineke Şîa


Hêzên parastina Îraqî li Kerbelayê li jêr huşyarîyê ne ku bi sedan hezar kes li wêrê xirvebûne bo hilkeftineka olî ya Şîa.

Şeş hezar polîs û hêzên din nobetdarîyê li bajêrê dikin ku ji roja Hêynî were hatin û çûna otomobîlan bo nav bajêrî hatîye rawestandin da nehêlin çi hêrîş bi otomobîlên bimbekirî bêne kirin.

Îro roja Duşemê karûbarên olî destpêdikin li ser peydabûna rêberekî gelekî pîroz li nik Şîa,Îmam Mehdî .

Bi alîyekî din ve Îraqê ragehand ku birazayekî Seddam Huseynî bi dirêjîya jînê hatiye hikum kirin bi tawana çêkirina bomba û harîkarîya diravî bo xirabkaran li Îraqê.

XS
SM
MD
LG