Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya bergumanê têkilî El Qaîde bo êrîşa 09/11 li Amerîka hikum kir


Dadgeha bilind ya Îspanî bergumanekî rêberê şaneyeke El Qaîde bi tawana pişikdarîyêndi nexşekêşanê de bo êrîşêt 11ê Îlonê, sala 2001ê li Amerîka, hikum kir.

Dadgehê Imad Eddin Barakat Yarkas bi 27 salan hikum kir. Dadpirs dibêjin wî kombûnek li Îspanya rêkxistibû bo nexşe kêşêt serekîyêt wan hêrîşan li meha 7 sala 2001ê. Şazdeh kesêt dî ji bergumanêt El Qaîde li dadgehê bûn ku dibît yek ji sê mezintirîn dadkirinêt terorîstan li Ewropa.

Peyamhinêrê televîzyona El Cezîre Tayssir Alouni bi 7 salan hate hikum kirin bi tawana gihandina pera bo endamêt El Qaîde li Efxenîstanê. El Cezîre nerazîbûna xwe li ser hikumî dîyar kir. Dadgehê tawana desthebûna li ser du kesan rakir.

Komela rojnamevanêt bê tixub dibêjît vê hikumî têkelî bi karê Alouni hebû çunkî dadpirsan gelek caran bahsê hevpeyvîna wî ya sala 2001ê dikir digel rêberê El Qaîde Usame Bin Ladên li Efxenîstanê.



XS
SM
MD
LG