Cıvata Senetoran ya Kongresa Amerîka bi dengdanekê biryar da ku dana 23 mîlyon dolaran bo Uzbekîstanê li hember bikarînana bingeheke balefirgehan di kiryarên leşkerî li Efxenîstanê da paşve bidet.
Ew biryara Çarşembî wek pişkek ji qanûna mezaxtinên berevanîyê bi bihayê 440 mîlyar dolaran wî pareyê bo bikarînana bingehê hêza hewayî ya bi navê Karşî Xanabad bi dirêjîya salekê paşve didet.
Divêt ew biryar digel qanûna Cıvata Nûneran ya Kongresê rêkbikevît. Ya Cıvata Nûneran wê paşêxistinê venagirît.
Ew bizav bi piştevanîya Senetorê Komarî John McCainî bû. Wî dû ra gote Dengê Amerîka egera ragirtina wî diravî zêdegavîyên ser mafên mirovan bû.
Hikûmeta Uzbek red kirîye ku ser gazîyên civaka navneteweyî lêkolînê biket ser herişandina xwenîşandanên li dijî hikûmetê li bajêrê rojhilat Andîcanê li meha Gulanê.