Wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice dibêjît rêveberêya serok Bush stratijîyek heye bo misogerkirina serkeftinê li Îraqê.
Li şahidîdanekê beramberî komîteya têkelîyên derve li cıvata sinatoran xanim Rice got nexşa rêveberîyê bo hindêye da deverên li bin kontrola xirabkaran ji xirabkaran paqij biken û wan devera ê bi temamî kontrol bikin û dezgehên niştimanî yêt Îraqê yên herdem ava bikin. Wê got Amerîka dê desteyêt dîplomatî û leşkerî hinêrît da bihevra kar bikin bo hîn û fêr kirina polîsên Îraqê û xizmetêt pêdivî bikin.
Şahîdî dana xanm Rice evro hate kirin çend rojan piştî gelê Îraqê li referandumekê dengê xwe daye destûrekê nû.
Sinatoran pirsyarên taybet ji wezîra derve kirin wek ku kengî 150 000 serbazên Amerîkî ji Îraqê dê vegerîne welatî. Wezîra derve qayîl nebû rojek bo vekêşana hêzên Amerîkî dîyar bike û got vekêşana wan li ser şîyana hêzên Îraqê raweste ku ew bixwe bişên şerê xirabkara biken.