Amerîka û jimareke dî welatên bi demokrasî li rojavayê li lîsteya salane ya li ser rêza li azadîya rojnamevanîyê paşketin.
Komela Rojnamevanên Tixûbnenas çaremîn raporta xwe ya salane îro ragihand derbarê rewşa rojnamegerîyê li 167 welatan.
Li wê lêkolînê Amerîka 20 xepikan paşket û kete rêza 44ê nahra pêtir ji ber zindankirina peyamhinêra New York Timesê Judith Miller biryarên dadgehan yên ku mafê veşartina jêderên nûçeyan têkdibet. Bi heman sedemî Kanada jî heta rêza 21ê paşveçû li lêsteya îsal. Fransa ji ber lêgerîna navendên rojnamevanîyê, pirsîyarpêkirina peyamhinêran û cizayên nû sernêşîv bû rêza 30ê.
Lê Danîmarka, Fînlandîya, Irlanda, Iseland, Norweç û Hollanda serê lîstê bûn wek welatên bi rojnamegerîya herî azad.
Dawîtirîn rêza lîstê Koreya Bakûr bû pêşîya Erîtrê.