Derbarê dadgehkirina Seddam Huseyn serokê rejma Baas û heft kesên din ji serên wê rejîmê dadvan Rizgar Mihemed Emîn serokê heyeta dadkirina Sedddam Huseyn di lêdwaneke taybet de ji bo rojnameya “Kurdistana Nûê”got li demê înana Seddam Huseyn û tomatbarên din bo nav dadgehê min hez kir ku çend kesên lawaz anîne ber sîngê min. Di derbarê wê nermîya ku hakim Rizgar bi karî înabû û rêz li wan tomatbaran girtibû hakim Rizgar got ez weke dadvanek erkê min ewe ku her kesek bête beranberî min bo dadgehkirinê bi awayeke adîlane dê dadgeh kem. Rêberê adaletê jî di wê çendê nîne ku tundutujî digel tomatbaran de bête bikar înan ji bilî wê jî em li dadgeheke nûça nûdewletî dayne û pêwîst e pitir rêz li însanîyeta tometbaran bête girtin.
Paşî serokê heyeta dadkirina Sedddam Huseyn got ji berê de ku ez li Silêmayê dadwer bûm, her bi wî awayî min nermî nîşandaye digel tomatbaran. Her wisa dibêje serkeftina bi rêvebirina proseya dadgehkirinê di vê çendê de ye ku bêy birîndar kirina tomatbaran vekolîn digel de bête kirin, her wisa got ji berê ve min gotibû polîsan ku ew heyşt tomatbar ango Seddam û heft hevalên wî karin bi çefî û egal ve bêne jora dadgehkirinê. Lewra ku min dît egalên wan jê sitendibûn ez ji polîsan tore bûm. Ew weke şexsê xwe tomatbar in ne ku wek Ereb yan Kurd. Lewra dana egalê pişkekê ji azadîya take kesî û min daxwaz kir ku egalên wan bo bînine ve.
Ji layekî din ve di derbarê kardana dadgehkirina Seddam Huseyn her çende li dû jêdera çi biryareke sîyasî li pişt wê çendê nebû ku dadvanekî Kurd serokatîyay heyeta dadkirina Sedddam Huseyn bike. Divê xelkê herêma Kurdistanê di bernameyên radyo û televîzyonê da pir xoşhalîya xwe nîşandan ser vî çendî Nazenîn Ahmed hevjîna hakim Rizgar dîsa bo rojnama Kurdistanî Nûê ragihand ku dûwî bi dehan kesan bi telefonê pîrozbahî li min kirin û ez jî wekî Kurdek xoşhalim ku Kurdek dikarî Seddam dadgeh biket ku bi hezaran tawan li beramberî xelkê Kurdistanê kirîne. Her wisa got şevîdî ez digel hakim Rizgarî axiftîme û min jê re got te agah ji xwe hebît lê wî got ji min netirse. Paşî got hindeka gotine min çima hakim Rizgar bi nermî digel Seddam Huseyn dipeyivî lê ez hez dikem bi nermî digel de bi axivim çinku nermî tu ji meselê naguhorît û ez xoşhalim jî ku hakim Rizgar egalên wan bo zivirandîn. Cîyê gotinê ye ku hakim Rizgar ji dayîk bûye li sala 1952yê, xelkê Silêmanîyê ye.
Peyamhinêrê me ji Silêmanîye ev raport ji we re amade kirîye. Ji bo li raportê guhdarî bikin ji kerema xwe re li jor nivîsa dibêje Li raporta Letîf Nîrweyî guhdarî bike bitiqinin.