Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush û Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistan li Îraqê li Qesra Sipî kom bûn


Serok Bush ji bo birêz Barzanî got ew zilamekî bi xîret e û li dijî zordarîyê rawestîya ye. Ji bo cil û bergên Kurdî ku li rêzdar Barzanî bûn serok Bush got, eger di dema Seddam de ev cil û berg lê bûna ew dê li serê bihataba kuştin, li vir bi hêsanî li xwe dike ji ber ku xwe li vir azad dihesibîne, û her wisa li welatê xwe jî kare li xwe bike ji ber ku welatê wî jî vêga azad e.

Serok Bush her wisa got ku wan danûstendinek gelek xweş kirîye digel hev de û ku bi gotina wî serok Barzanî gelek alîkar bû di derbarê destûrnameya nû ya Îraqê de.

Serokê herêma Kurdistan li Îraqê birêz Mesud Barzanî jî spasîya serok Bush kir ji bo rêberîya wî ya di şerê Îraqê de.

Li axaftina li Qesra Sipî îro(Sêşem) birêz Barzanî herwisa hestên xwe anîn zimên ji bo bi gotina wî "mêr û jinên wêrek" ku ji bo Îraqê ji dîktatorekî hov rizgar bibin gelek fîdakarî kirine.

Peyivdarekî Qesra Sipî Scott McClellan pesnê rêzdar Barzanî da, got ew rêberek wisa ye ku ji dil û can ve xwe daye xizmeta avakirina Îraqek azad û demokratîk.

Rêzdar Barzanî yê ku berê rêberekî Kurdan yê serhildanê bû di meha şeş(Hezîranê) de ji alî qanûndananên Kurd ve hatibû hilbijartin wek serokê herêma Kurdistan. Wî soz da ku ew dê yekbûyîna netewî li Îraqê xurttir bike û her wisa ji bo tevlî bûna di danûstendinên ji bo destûrnameya welatî ya nû pejirandî de.

Kurdên li Kurdistana Îraqê dijîn ji Şerê Yekê Kendavê li sala 1991 û virda ye di rewşeke otonomîyeke temam de dijîn.

Piştî kombûnê serok Barzanî tevî balyozê Amerîka li Îraq Zalmey Xelîlzad ji peyamhinêrên Kurd re peyivîn. Ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hevkara me Muteber Şîrwanî jî li wê civîna rojnamevanî bû û di raportek taybet de ew dê bi dirêjayî we li ser vê babetê agahdar bike.

Eger win bixwazin li civîna li Qesra Sipî guhdarî bikin ji kerema xwe re li jor nivîsa ku dibêje "Li civîna serok Bush û serok Barzanî guhdarî bike" bitiqînin.



XS
SM
MD
LG