Wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice ji Îraqîyan re got ev dem ne dema cudahîyan e, belê demê hevgirtinê ye ji bo hilbijartina 15ê meha 12.
Xanim Rice roja Înê bêyî ragihandin bi seredan çû Îraqê. Û li Bexdayê bi Serokwezîr Îbrahîm el-Caferî û rêberên Sinnî re kom bû. Wê di axaftinên xwe de daxwaza beşdarîyeke mezin di hilbijartinê da kir û got paşeroja Îraqê li gelek awayan pir giring e ji bo paşeroja Rojhelata Naverast.
Xanim Rice her wisa li Musulê bi karbidestên herêmî yên Îraqê û nûner û karbidestên leşkerî re jî civîya.
Tundûtîjîya berdewam dike bû egera mirina du serbazên Amerîkî û birîndarbûna du serbezên din li bakura rojava Kerkûkê.
Ji alîyekî din ve, Partîya Ba’as ya Seddam Huseynê ladayî di daxuyanîyekê de got cihgirê serokê Iraqê Îzet Îbrahîm El Dûrî mirîye, lê ew daxuyanî ji alî jêderek serbixweî ve nehatîye piştrastkirin.