Li demê kombûna wan evro yekşmebî li Bêjîng, serok Bush û serokê Cînê Hu Jintao soz da hefkarîyê di jimareka kêşeyan de biken, ji wan kêm kirna neyeksanîya bazirganîya nêvbera welatêt wan.
Li konfiranseka hefpêka rojnamevanî berêz Hu got Çîn dê pêngavan havêjît ji bu kêm kirna cyawazîyêt bazirganî digel Amerîka û encamdana rîformêt diravî û nehêlana serpêçîyêt samandarî.
Serok Bush got Amerîka dê berdewam bît li karkirnê digel Çînê da ew welat bazarêt xwe veket bu berhemêt Amerîkî.
Serok Bush herwesa daxaz ji Çînê kir da ku pitir rêkê bidete azadîyêt civakî, syasî û olî.