Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Awustralya û Amerîka dibêjin ew dê pêtir alîkarîyê bidene Pakîstanê ji ber erdhejyanê


Serokwezîrê Awustralyayê John Howardî îro sera deverên bi erdhejyanê wêran yên Pakîstanê da û soz da ku bi bihayê 37 mîlyon dolarên dî alîkarîyê bidetê.

Awustralyayê ji xwe bi bihayê pêtir ji 10 mîlyon dolaran alîkarî dabû belingazên wê bîbelerza meha bihorî.

Seraya Spî li roja Sêşembî got Serok Bushî ji Kongresê xwestîye ku ji bo bizavên alîkarîyê li Pakîstanê 5 mîlyon dolarên dî bidet.

Amerîkayê soza pêtir ji 500 mîlyon dolaran harîkarîya hewarçûn û avakirinê dabû paş wê erdhejyana ku pêtir ji 73,000 mirovan têda hatîn kuştin.


XS
SM
MD
LG