Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japon deynên Îraqê hilanî belê behsa hêzên xwe yên li wî welatî nekir

Wezîrê derve yê Îraqê Japonê qayîl kir ku dev ji xwestina deynên Îraqê yên bi milyar dolaran berde. Belê nehat ragehandin ka Tokyo dema mana hêza xwe ya leşkerî li Îraqê wê dirêj bike an na.

Hoşyar Zebarî îro (Înê) seredana xwe ya Tokyo bi dawî tîne û ligel serokwezîr Junichiro Koizumi, wezîrê derve û wezîrê parastinê yên Japonê kom bû.

Rêzdar Zebarî ji paytextê Japonê bi lihevkirinekê dagerîya li ser paqijkirina şeş milyar dolar deynên Îraqê li ser bazirganîyê ku di dema rejma Seddam Huseyn de hatibû paşêxistin. Ev hejmar dibe ji sedî 80yê deynên Îraqê û ji sedî deh jî dê di nav 23 salan de bê daan.

Ji alîyekî din ve tê ragihandin ku li operasyoneke hevpêka hêzên hevalbendî û Îraqî li Musil du guman lê kirîn terorîst bi navê Omer Muhammed Salih ku bi Ebu Xitteb tê nasîn û Ahmed Yunis ku bi Ahmed’il Îraqî tê nasîn hatine girtin.

XS
SM
MD
LG